Hêzên Sûriyê êrîşî xaleke taxa Kurdan a Helebê kir: Pevçûn didome

Dîroka Weşanê :
Hêzên Sûriyê êrîşî xaleke taxa Kurdan a Helebê kir: Pevçûn didome

Peyamakurd- Hêzên Ewlehiya Navxwe ya Helebê ku girêdayî Rêveberiya Xweser e ragihand ku li bajarê Helebê xaleke wan a kontrolê ya hevbeş rastî êrîşeke çekdarî hatiye û di encamê de 2 endamên hêzên ewlehiyê birîndar bûne. Li gorî zanyariyên herêmê di navbera herdu aliyan de pevçûn derketiye ku heta ev nûçe dihat amadekirin jî berdewam dikir.

Hêzên Ewlehiya Navxwe ya Helebê derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kir û diyar kir, komên girêdayî Wezareta Parastinê ya hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê li Çerxerêya Şîhanê êrişî benda kontrolê ya hevbeş kiriye.

Hate gotin ku benda kontrolê, xaleke hevbeş a Hêzên Ewlehiya Navxwe û hêzên hikûmeta veguhêz bû. Li gorî daxuyaniyê, di êrîşê de 2 endamên Hêzên Ewlehiya Navxwe birîndar bûne.