Asayîşa Îranê li bajarên cûr bi cûr 18 Kurdan xist bin çav

Dîroka Weşanê :
Asayîşa Îranê li bajarên cûr bi cûr 18 Kurdan xist bin çav

PeyamaKurd – Li bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hêzên asayiş û îstîxbarata Îranê, li bajarên cûr bi cûr herî kêm 18 Kurdan xistin bin çav.

Bajarên ku Kurda lê girtine Serdeşt, Îlam, Şîraz, Sine, Bijar, Bûkan, Şêrwan, Abdanan, Çaradwol, Melekşahî, Bedir, Sîrwan, Tehran û Îwan in.

Hengawê ragihand ku Îran keyfî tevdigere, zorê dide ser milletê û di derbarê hinek binçavkirinan de agahiyan da.

Li bajarê Abdananê mamostê bi navê Ahmed Alizadeh (52) dema ji sirgûnê dageriya bajarê xwe, îstîxbarata Îranê ew xistine bin çav. Di Sibata 2025an de ew sirgûnê eyaleta Sîstan û Belûcistanê kiribûn.

Hezha Umidi li bajarê Melekşahiyê, avêtin ser mala wî û bi zorê ew xistin binçav. Di derbarê wî de agahî nînin.

Li bajarê Îlamê li navça Çardawolê Nureddîn Çelengir (30) ji aliyê hêzên Îranê de hatiye binçavkirin.

Li navça Îwanê li devera Zarnehê mamostê zankoyê û parêzer Huseyin Şukrî xistin bin çav.

Li Badrehê di heman rojê de Seîd Kerîmbegê xistine bin çav û 6 roje jê agahî tine.

Li Sîrwanê Sîna Gazanferî xistine bin çav û 8 roje jê xeberekî tine.

Li Îlamê Hamed Nazariyan (33) 8 roj berê xistin bin çav û jê xeber nîne.

Her weha gelek kesên di bin çav de ne û ji wan agahî nîne; Muhsin Rosta ji Sarab a Sîrwanê ji gundê Kalanê, ji Serdeştê Ramyar Tabarkhoun, ji Bûkanê İbrahim Osmani, ji Sinê Heybet Mûîd (41), ji Bijarê Muhammed Riza Nusretî ku li bajarê Kerecê dima, ji Şîrwanê Mesûd Babayî û Abdollah Sarbeigi, ji Takabê Arman Ardam (22), Aşkan Ardam (24), ji gundê Qezqapanê Arshad Ardam (34), ji Hasanabadê Ramin Yousefi (25) xistine bin çav.

Hatiya gotin ku Arshad Ardam û Ramin Yousefi serbest berdane lê Arman Ardam û Aşkan Ardam di bin çav de ne.

Ew kesên navênwan li jorê derbas dibin tev kes nizane ew birine ku derê û dahatûya wan dê çibe.