Gera serokwezîr Starmer ya bo Çînê Trump aciz kir

Dîroka Weşanê :
Gera serokwezîr Starmer ya bo Çînê Trump aciz kir

PeyamaKurd – Seredana fermî ya serokwezîrê Îngîltere ya Keir Starmer bo dewleta Çînê di navbera Îngîltere û Amerîkayê de bû sedema nexweşiyê û aciziyê. Trump gera Starmer ya Çînê bi talûke bi nav kir lê hukumeta Îngîltere got:

“Nabe em aboriya mezin ya duyem ya dinyayê piştguh bikin û ev rebeniye.”

Trump got ku xwurtkirina têkiliyan di seha bazirganiyê ya bi Çînê re talûkeye lê wezîrê bazirganiyê yê Îngîltere Chris Bryant got ku Çîn bazara îxracatê ya 4em e bo Îngîltere.

Di wexta Starmer seredana Çînê kir, baca gumrikê ya ser vîskiya Îngîltere %50 daxist û bo AstraZenecayê veberhênana bi miqdarê 15 milyar dolarî kirin.

Seredana Starmer ya bo Çînê dîwarekî qalin di navbera Brîtanya û Amerîkayê de ava kir. Trump di nîşandana fîlma belgeyi ya wî û hevjîna wî Melaniya de bersiva pirsên rojnamevanan da û bi tundî rexne li têkiliyên Brîtanya û Çînê yên nûh kir. Her weha Trump Kanadayê jî xist ber dasa xwe û got:

“Rêya ku Îngîltere bi Çînê re ketiye talûkeye lê kirina karê Kanada yê bi Çînê re hê jî talûketire. Çîn nabe bersiv bi xwe.”