Lindsey Graham bo Diyar Kurda: “Terka Kurda bo Amerîkayê şerm e”

Dîroka Weşanê :
Lindsey Graham bo Diyar Kurda: “Terka Kurda bo Amerîkayê şerm e”

PeyamaKurd – Senatorê dostê Kurd yê Emrîkî yê ji partiya Komarî Lindsey Graham bo peyamnêrê Rûdawê Diyar Kurda ragihand ku ji bo Kurdên Sûriyê di kongra Amerîka de îradeyekî xwurt çêkirine. Graham hevalê Trump yê herî nêze got:

“Bo dahatûya Sûriyê hîç çareseriyekî nikare li ser kuştina Kurda ava bibe.”

Graham dosteki Kurde û di siyaseta Rojhilata Navîn de, di siyaseta Amerîka de bandorekî wî yê zêde heye, Li ser dewra nû ya Sûriyê û rewşa Kurda ya di nav Sûriyê de, bo peyamnêrê Rûdawê Diyar Kurda raveyan kir:

“Di kongrê de bo Kurdan destekekî xwurt heye. Bo Kurd qir nebin û ber li kuştina wan bê girtin, senatorên Demnokrat û Komarî tewrekî hevpar nîşan didin. Ji bo Kurdên Sûriyê nên kuştin, di kongrê de destekekî xwurt heye.”

Grahamgot ku di şerê li dijî IŞİDê de Kurd hevkarên herî nêz yên DYA bûne, gelek bedelên mezin dane û weha dewam kir:

“Kurd di şerê li dijî IŞİDê de, di seha pêşde cîh girtin û jimareyekî zêde qurbanî dan. Eger niha em wan bi tenê bihêlin û wan bi qedera wan re terk bikin, ev bo Amerîkayê gelek şerm e.”

Graham, bo avakirina Sûriyê û dahatûya wê ya siyasî got ku divê mafên kêmneteweyan bê parastin û ti planekî aştiyê li ser şiddetê nayê çêkirin. Graham got:

“Ti çareseriyeklî bo dahatûya Sûriyê nabe li ser kuştina Kurd û Durziyan ava bibe, wan bixin hedefa xwe an di wan di derveyê pêvajoyê de bihêlin.”

Li ser siyaseta Tirkiyê ya di derbarê Sûriyê de Graham got:

“Ez bo Tirkiyê weha bêjim: Ez zanim çawa hîs dikin. Dema hun vêya dikin, divê talûkeyan jî bidin ber çav. Baldar bin û serok Trump mehcûb nekin. Şiddetê weka çareseriyekî bikar neynin.”

Graham got ku Kurd di sefa pêş de li hemberê IŞİDê şer kirin û got ew li wê derê bûn û barê şer yê mezin ew girtin ser milên xwe. Eger niha Amerîka pişta xwe bide wan, ev dê baweriya bi Amerîkayê û îstîqrara herêmê bixe talûkê û ev dibe şermekî mezin.

Graham ragihand ku ew bi Erebistana Sa’ûdiyê re axifiye û Riyad bo li herêmê asta germahiya gengeşeyê daxîne, di nav xebatekî baş de ye.

Graham, bi senatorê Demokrat bi Richard Blumenthal re “Qanûna Parastina Kurd” amade kiribû û roja Pênşemê pêşkêşî kongrê kiribû. (Save the Kurds Act).