Civîna PDK û YNKyê ya ji bo avakirina hikûmetê hat bipasxistin

Dîroka Weşanê :
Civîna PDK û YNKyê ya ji bo avakirina hikûmetê hat bipasxistin

PeyamaKurd – Endamê Polîtburoya Siyasî ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Qubad Talebanî ragihand ku civîna wan a li gel Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ku diviyabû îro (9ê Kanûnê) bihata kirin, ji bo hefteya bê hat bipaşxistin.

Talebanî diyar kir ku armanca civînê nîqaşkirina pêngavên dawî yên avakirina kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Civîna bê dê li Hewlêrê bi rê ve biçe; şandeya PDKyê bi serokatiya Hoşyar Zêbarî û şanda YNKyê jî bi serokatiya Qubad Talebanî dê beşdar bibin.