Dadgeha Hewlêrê cezayê îdamê li ser bijîskê ku 4 kes kustibûn sepand

Dîroka Weşanê :
Dadgeha Hewlêrê cezayê îdamê li ser bijîskê ku 4 kes kustibûn sepand

PeyamaKurd- Dadgeha Îstînafê ya Navçeya Hewlêrê ya Herêma Kurdistanê, îro Sêşemê biryara dawî di doza bijîşkê ku par 4 endamên malbata hevjîna xwe kuştibû da.

Dadgeha Hewlêrê ya Îstinafê cezayê tund li ser tometbar Dr.Sîrwan Mehmûd sepand ku du caran cezayê darvekirin û hepsa heta hetayê lê hate birîn.

Piştî birêveçûna proseya dadgehê û pêşkêşkirina belgeyan, Dadgeha Îstînafê ya Hewlêrê tawanbar bi sûcê kuştina komî tawanbar kir.

Hêjayî gotinê ye, bûyer di 13ê Adara 2024an de rû dabû. Dr. Sîrwan li bajarê Hewlêrê, mala xezûrê xwe daye dabû ber guleyan û di encamê de hevjîna xwe, Xezûrê xwe, Xesûya xwe û Xwişka hevjîna xwe kuştibû.