DEM Partiyê xwest sînorê Kobaniyê bê vekirin

Dîroka Weşanê :
DEM Partiyê xwest sînorê Kobaniyê bê vekirin

PeyamaKurd- Berdevka Partiya Wekhevî û Aştiya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan, îro 26ê Çileyê li navenda partiya xwe ya Enqereyê civîneke rojnamevanî li dar xist ku mijara sereke rewşa Rojavayê Kurdistanê ya mirovî û êrîşên artêşa Sûriyê bû.

Dogan, di axaftina xwe de salvegera 11emîn a rizgarkirina Kobaniyê ji destê terora DAIŞê pîroz kir û bal kişand ser dorpêça niha ya li ser bajêr.

Berdevka DEM Partiyê çalakiyên li Bakurê Kurdistanê yên piştgiriya Rojavayê Kurdistanê bi bîr xistin ku rastî tundiya hêzên ewlekariyê tên û xwest, deshilatdarî bi avêtina gavên aramkirina rewşê, rê li ber provokasyonan bigire.

Herwiha Dogan, bal kişand ser rewşa metirsîdar a mirovî ya bi taybet li bajarê Kobaniyê ku ev deh roj in di bin dorpêça leşkerî de ye û pêdiviyên jiyanê, elektrîk û înternet tune ye û got, “Em hewl didin her kes bi hestiyarî tevbigere. Ji bo vekirina deriyê Murşitpinarê (Kobanî) li benda çi ne? Divê ev şikestin kûr nebe. Pêwîste rêkeftina Şam-HSDê were bicihanîn. Li şûn bibin şirîkê tawanê pêwîste kanalên diyalogê bên bihêzkirin.”