PeyamaKurd- Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di salvegera 11emîn a rizgarkirina bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê ji destê DAIŞê de, peyameke rêzlêgirtinê weşand û tê de pesnê berxwedana efsaneyî ya Pêşmerge û şervanên Kurd a li dijî terorîstên DAIŞê da.
Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez kir ku, ew serkeftina dîrokî berhema yekrêzî û fedakariya hemû qehremanan bû yên ku rê li ber ketina wî bajarî girtin û di şerekî bêhempa de rêxistina terorîstî ya herî hov şikandin.
Wezaretê bibîr xist, berî 11 salan Pêşmerge û şervanan mil bi mil di yek ji şerên herî dijwar ên sedsala 21ê de bi îradeyeke polayî karî Kobaniyê ji destê terorê rizgar bikin.
Wezaretê bal kişan ser: “Ew serkeftin ne tenê destkeftiyeke leşkerî bû, belkî serkeftina îradeya jiyanê û canê mirovahiyê li ser fikra tundrê û hovîtiyê bû. Wezareta Pêşmerge silav ji wan Pêşmerge û şervanan re şandin ên ku bi xwîna xwe rêça dîrokê guhertin û rûmeta gelê Kurd parastin.”
Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez kir ku, îradeya serketinê dê bi eynî ruhê berxwedana wê demê berdewam be û Kobanî dê serbilind bimîne.
Wezareta Pêşmerge silav ji bo canê paqij ê şehîdan şandin û tekez li ser girîngiya yekkdestî û yekrêziya neteweyî wekî yekane rêya derbasbûna ji xeteriyan û parastina aştî û aramiyê kir.