PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên diyar kir ku PDK wê rêzê li encamên hilbijartinê bigire û yekbûna partiyên Kurdî wê hêza siyasî li welêt zêde bike.
Hussên li ser pêşketinên siyasî yên li Bexdayê û rola partiyên Kurdî axivî.
Wî destnîşan kir ku hin partiyên siyasî yên Iraqê hewl didin zextê li Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê bikin da ku encamên hilbijartinê biguhezîne û got, "Wekî PDK, em ê tu guhertinên di encamên hilbijartinê de qebûl nekin. PDK wê tu çalakiyek neqanûnî qebûl neke ji ber ku ew pabendî qanûn û rênimayan e."
Wî herwiha peyama "Ger Kurd li Bexdayê bibin yek wê bihêztir bibin" da û hêviya xwe anî ziman ku partiyên Kurdî di zûtirîn demê de bigihîjin rêkeftinekê ji bo avakirina kabîneya dehemîn.
Hussên diyar kir ku partiyên siyasî yên Iraqê bi fermî dest bi danûstandinan kirine ji bo avakirina kabîneya nû û tekez kir ku PDK ji bo danûstandinan bi hemî aliyan re vekirî ye.