Herêma Kurdistanê weşana kanalên dijminatiya Kurdan dikin qedexe kir

Dîroka Weşanê :
Herêma Kurdistanê weşana kanalên dijminatiya Kurdan dikin qedexe kir

PeyamaKurd- Wezareta Rewşenbîrî û Lawan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar da ku weşana hemû kanalên biyanî û Erebî yên ku bi rêya sîstema weşanê sivikatiyê bi neteweya Kurd dikin an jî dibin sedema têkdana lihevhatina civakî rawestîne.

Rêveberiya Giştî ya Ragihandin û Weşan îro 28ê Çileyê di nivîsareke fermî ya bi hejmara 2725ê de, ku ji şîrketên weşanê yên li Herêma Kurdistanê re şandiye, ragihandiye ku li gorî rênimaya hejmar 1 a sala 2014ê, divê weşana wan kanalên biyanî û Erebî rawestînin, ku di rewşa niha ya Kurdistanê de bûne sedema têkdan û bêrêzîkirina li hember neteweya Kurd.

Di nivîsarê de behsa xalên 1, 3 û 9 ên benda 3ê ji madeya 3ê ya rênimayên girêdayî rêkxistina frekansên fezayê hatiye kirin, tekez li ser wê yekê hatiye kirin ku weşana kanalên wesa berevajî qanûn û rênimayên destûrdanê ye. Wezaretê haydarî daye ku, ew kanal dibin sedema têkdana lihevhatina civakî, êdî rê bi wan nayê dayîn ku di navxweya Herêma Kurdistanê weşanê bikin.

Ev biryar piştî wê yekê hat ku, di dema borî de çend kanalên biyanî û herêmû bi rêya bernameyên xwe êrîşî pîroziyên neteweya Kurd û rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê kiribûn, ku ev yek di nav medyaya Kurdî û welatiyên Herêma Kurdistanê de bû sedema gelek nerazîbûnan.

Ji destpêka şerê di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Artêşa Sûriyeyê de heta niha, medyaya Erebî, bi taybetî jî her du kanalên Cezîre û Hedes, berdewam peyamên nijadperestî belav dikin û dijîtiya neteweya Kurd û mafên wê dikin, di bernameyên xwe de gotarên şovenî belav dike û piştgiriyê didin qirkirina Kurdan.

Herwiha li Herêma Kurdistanê û di nav Kurdên li derveyê welat de jî, kampanyayeke berfireh ji aliyê xelkê ve li dijî wan kanalên Erebî yên ku dijîtiya Kurdan dikin hatiye ragihandin û daxwaz dikin ku êdî rê neyê dayîn ku ew li Herêma Kurdistanê bixebitin.