Hewler wek yek ji bajarên gestiyariyê yên herî bas ên Asyayê hat hilbijartin

Dîroka Weşanê :
Hewler wek yek ji bajarên gestiyariyê yên herî bas ên Asyayê hat hilbijartin

PeyamaKurd – Hewler, paytexta Herêma Kurdistanê, wekî yek ji bajarên geştiyariyê yên herî baş ên Asyayê hat hilbijartin.

Kovara geştiyariyê ya navdar Condé Nast Traveler navnîşek ji baştirîn cihên geştiyariyê li Asyayê di sala 2026an de weşand.

Peytext, Hewler, wekî yek ji cihên geştiyariyê yên herî balkêş ên Asyayê hat hilbijartin.

Di salên dawî de, balkişandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser sektora geştiyariyê bûye sedema zêdebûna hejmara geştiyarên ku serdana Herêma Kurdistanê dikin.

Berdevkê Lijneya Geştiyariyê ya Herêma Kurd Îbrahîm Abdulmecîd ji K24 re got ku sektora geştiyariyê di kabîneya nehan de gihîştiye xalek dîrokî ya werçerxê.

Îbrahîm Abdulmecîd diyar kir ku zêdetirî 80 projeyên mezin û stratejiyên geştiyariyê, bi tevahî 7.5 milyar dolar, li seranserê Herêma Kurdistanê hatine bicîh kirin.