PeyamaKurd – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihandin ku binpêkirin tevî peymana dirêjkirina agirbestê jî berdewam dikin.
Di daxuyaniyekê de ku îro (Yekşem, 25ê Çileya 2026an) hat weşandin, Navenda Çapemeniyê ya HSDê ragihand ku binpêkirin tevî peymana dirêjkirina agirbestê jî berdewam dikin, û artêşa Sûriyeyê êrîşî gundên Şêx (Şiyuh) û Zirek li gundewarê Kobaniyê kiriye.
Di daxuyaniyê de her wiha hat destnîşankirin ku deverên rojavayê Kobaniyê, û her wiha gundê Celebiye li başûrê rojhilatê bajêr, di heman demê de di bin bombebaranê de ne.
Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê doh (Şemî, 24ê Çileya 2026an) ragihand ku agirbest dê 15 rojên din li hemû eniyên şer û meydanên ku artêşa Sûriyeyê operasyonan lê dike were dirêjkirin.
HSDê jî di daxuyaniya xwe de ev biryara agirbestê piştrast kir.