PeyamaKurd – Li navçeya Nurdagi ya Dîlokê saet di 19:13an de erdhejek bi pileya 4.1 çêbû.
Agahiyên derbarê erdheja li navçeya Nurdagi de li ser malpera Serokatiya Rêveberiya Karesat û Awarte (AFAD) hatin parvekirin.
Li gorî agahiyên parvekirî, lerzînek bi pileya 4.1 ku navenda wê li navçeya Nurdagi ya Gazîentabê bû, hat tomarkirin.
Hat diyarkirin ku erdhej di kûrahiya 7.82 kîlometreyan de çêbûye.