PeyamaKurd – Hat ragihandin ku artêşa Sûriyeyê bi berdewamî û eşkere peymana agirbestê binpê dike û êrîşeke nû li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daye destpêkirin.
Navenda Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeyê yên Demokratîk (HSD) di daxuyaniyekê de ku îro (Yekşem, 25ê Çileya 2026an) hat weşandin, diyar kir ku artêşa Sûriyeyê bi berdewamî û eşkere peymana agirbestê binpê dike.
HSD ragihand ku artêşa Sûriyeyê êrîşeke nû li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daye destpêkirin, ku gundê Kariye li herêma Kerkiyê hedef girtiye.
Hat destnîşankirin ku di êrîşê de sê dronên kamîkaze yên aîdî artêşa Sûriyeyê hatine bikaranîn.
Çavkaniyên herêmî piştrast kirin ku di êrîşê de tu qurbanî çênebûne û tenê zirara madî çêbûye. Lêbelê, ev êrîş wekî pêşveçûnek xeternak hate binavkirin ku nîşan dide ku şert û mercên agirbestê li herêmê nayên şopandin.
Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê doh (Şemî, 24ê Çileya 2026an) ragihand ku agirbest wê li hemû eniyên şer û deverên ku artêşa Sûriyeyê operasyonan lê dike, ji bo 15 rojên din were dirêjkirin.
Wezaretê diyar kir ku biryara dirêjkirina agirbestê ji bo piştgirîkirin û hêsankirina operasyona hêzên Amerîkî ya veguhestina girtiyên DAIŞê ji zindanên HSDê bo axa Iraqê hatiye dayîn.