PeyamaKurd – Lihevkirinek berfireh di navbera hikûmeta Sûriyê û Hêzên Demokratîk ên Sûriyê (HSD) de hatiye çêkirin. Peyman agirbest, yekbûna gav bi gav a hêzên leşkerî û îdarî, û rêkxistina mafên sivîl û perwerdehî yên gelê Kurd dihewîne.
Li gorî peymanê, "hêzên leşkerî wê ji xetên têkiliyê vekişin û hêzên ewlehiyê yên di bin Wezareta Karên Hundir a Sûriyê de wê bikevin navendên bajarên Heseke û Qamîşlo." Wekî din, wê firqeyek leşkerî ya ji sê tugayên girêdayî HSD were damezrandin û wê tugayek cuda di nav firqeyekê de li parêzgeha Helebê ji bo hêzên Kobanî were avakirin.
Peyman "yekbûna saziyên Rêveberiya Xweser di nav saziyên dewleta Sûriyê de, digel parastina cihên karmendên sivîl" dihewîne.
Herwiha di metnê de tê gotin ku vegera kesên koçber bo herêmên wan dê were garantîkirin.
Peyman çi dihewîne?
Daxuyaniya tevahî li ser malpera fermî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) wiha ye:
"Metna peymana di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û Hikûmeta Sûriyeyê de;
Lihevkirinek berfireh di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û hikûmeta Sûriyeyê de hatiye kirin ku agirbestek hatiye danîn û li ser pêvajoyek entegrasyona qonax bi qonax a hêzên leşkerî û îdarî di navbera her du aliyan de li hev hatiye kirin.
Peyman vekişîna hêzên leşkerî ji xetên têkiliyê, ketina hêzên ewlehiyê yên di bin Wezareta Karên Hundir de nav navendên bajarên Heseke û Qamîşlo, destpêkirina pêvajoya entegrasyona hêzên ewlehiyê li herêmê, avakirina firqeyek leşkerî ku ji sê tugayan ji Hêzên Sûriya Demokratîk pêk tê, û herwiha, avakirina tugayek ji bo hêzên Kobanî di nav firqeyekê de li parêzgeha Helebê vedihewîne.
Peyman herwiha entegrasyona saziyên Rêveberiya Xweser di nav saziyên dewleta Sûriyeyê de, digel parastina meqamên karmendên sivîl jî vedihewîne. Wekî din, li ser rêkxistina mafên sivîl û perwerdehî yên gelê Kurd û garantîkirina vegera kesên koçber bo herêmên wan lihevkirin hatiye kirin.
Peyman hevkariya di navbera aliyên pêwendîdar de xurt dike û armanc dike ku welat ji nû ve ava bike. Bi hevgirtina hewildanên xwe, ew armanc dikin ku axa Sûriyeyê bikin yek û pêvajoyek entegrasyona tevahî li herêmê pêk bînin."