Tom Barrack pesnê gelê Kurd da: Sûriye û kêmîne ji tundrewiyê parastin

Dîroka Weşanê :
Tom Barrack pesnê gelê Kurd da: Sûriye û kêmîne ji tundrewiyê parastin

PeyamaKurd- Nûnerê Taybet ê Amerîka bo Sûrîyê Thomas Barack pêşwazî li ragihandina îro ya li ser lihevkirina giştî di navbera Hikûmeta Veguhêz Sûrîyê û Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) de kir û pesnê berxwedana xurt a Kurdan li dijî tundrewiyê û parastina kêmîneyan da.

Barrack got, “Ev gava ku piştî danûstandinên hûr û kûr hat avêtin û li ser bingehê çarçoveyên berê û hewldanên nû yên ji bo kêmkirina rageşîyê hat avakirin, pabendbûneke hevpar a bi tevlîkirina hemûyan, rêzgirtina dualî û rûmeta giştî ji bo hemû pêkhateyên civaka Sûrîyê nîşan dide.”

Barrack dîyar kir ku ev peyman ji bo Hikûmeta Sûrîyê pabendbûneke xurt a bi şirîkatiyeke niştimanî ya rastîn û rêveberîyeke berfireh nîşan dide. Bi rêya hêsankirina yekkirina gav bi gav a pêkhateyên leşkerî, ewlehî û îdarî di nav sazîyên dewleta yekbûyî de, ligel dabînkirina derfetan ji bo nûnerên payebilind ên HSDê da ku di astên herî bilind de beşdar bibin.

Barack destnîşan kir: “Ji bo gelê Kurd ê ku bi fedakarîyên xwe yên awarte û berxwedana xwe ya xurt roleke sereke di parastina Sûrîyê de li dijî tundrewiyê û parastina kêmîneyan de lîstiye, ev dem xwedî girîngîyeke taybet e. Pêkanîna birnameya Serokatîyê ya hejmar 13 a dawî – ku mafê hemwelatîbûna Sûrî ya tam vedigerîne kesên ku berê ji ber dûrxistina dîrokî bandor bûbûn, zimanê Kurdî wekî zimanekî niştimanî li kêleka zimanê Erebî nas dike, perwerdehîya wê di warên peywendîdar de berdest dike û parastina li dijî cudakarîyê diçespîne, ev gaveke veguherîner e ber bi wekhevî û girêdanê ve.”

Hikûmeta Sûrîyê îro ragihandibû ku bi HSDê re li ser rawestandina şer, di çarçoveya peymaneke giştî de û li ser pêvajoyeke yekkirina gav bi gav a hêzên leşkerî û îdarî di navbera her du alîyan de lihevhatin çêbûye.