PeyamaKurd- Hate ragihandin ku piştî Yekîtiya Ewropayê Supaya Pasdarên Îranê xiste lîsteya terorê, Îran jî amadekariyê dike ku artêşên welatên Ewropayê wekî rêxistinê terorê pênase bike.
Şewirmendê Encûmena Şûraya Ewlekariya Bilind a Îranê Elî Laricanî, bertek nîşanî biryara pênasekirina Supaya Pasdaran wekî rêxistineke terorî da û ragihand, “Bila bizanin ku wê Îran jî teqez artêşên wan wekî terorîst bi nav bike.”
Laricanî diyar kir ku wê berpirsiyarên encamên vê biryarê welatên Ewropayê bi xwe bin.