PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump, endamê berê yê Lijneya Rêveberiya FEDê Kevin Warsh wekî namzedê nû yê serokatiya Banka Navendî ya Amerîkayê (FED) destnîşan kir.
Donald Trump li Washingtonê ragihand ku piştî Jerome Powell, ew dixwaze Kevin Warsh bibe serokê nû yê bankê.
Trump di peyama xwe de pesnê Warsh da û diyar kir ku ew kesekî xwedî ezmûn e û di cîhana fînansê de tê naskirin.
Kevin Warsh kî ye?
Kevin Warsh (55 salî), di navbera salên 2006 û 2011'an de di bin serokatiya George W. Bush de wekî endamê Lijneya Rêveberiya FED’ê kar kiriye. Ew bi taybetî di dema krîza aborî ya cîhanî ya sala 2008’an de bi roleke aktîf di rêveberiya bankê de cih girtibû.