PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi rêya telefonê li Nûrî Malikî, ku wekî Serokwezîrê Iraqê hatibû pêşniyarkirin, geriya da ku pîrozbahiyê lê bike û hêviya xwe ji bo avakirina hikûmeteke berfireh nîşan bide.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro bi rêya telefonê li Nûrî Malikî re axivî da ku ji bo pêşniyarkirina wî wekî Serokwezîrê Iraqê pîrozbahiyê lê bike.
Di vê telefonê de, Barzanî piştgiriya xwe ji bo Malikî nîşan da û hêviya xwe anî ziman ku ew hikûmeteke berfireh ava bike ku hêvî û daxwazên hemû welatiyên Iraqê nîşan bide û bikaribe pirsgirêkên ku welat pê re rû bi rû ye çareser bike. Barzanî herwiha di erk û berpirsiyariyên wî de serkeftin ji Malikî re xwest.
Nûrî Malikî spasî û teqdîra xwe ji bo telefon û peyama pîrozbahiyê ya Nêçîrvan Barzanî anî ziman.