HSD: Hêzên me li Helebê nînin, êrîş bidomîn wê Sûriye dîsa bibe qada şer

Dîroka Weşanê :
HSD: Hêzên me li Helebê nînin, êrîş bidomîn wê Sûriye dîsa bibe qada şer

PeyamaKurd- Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) derbarê êrîşên li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê de daxuyaniyeke nû ya tund belav kir. HSDê ragihand, berdewama êrîşan û ambargoyê dê Sûriyeyê vegerîne qadeke vekirî ya şer û îdiayên ku ‘hêzên wê li Helebê hene’ red kir.

Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya HSDê wiha ye:

"Komên hikumeta Şamê ji zêdetirî 6 mehan ve taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi temamî dorpêç kirine. Her du tax bi tu awayan gefên leşkerî çênekirine û ne mumkin e jî bibin bingehên êrişan li ser Helebê. Îdiayên ku hawirdorên tîhên xwînê yên di nava komên Şamê de belav dikin ku dibêjin niyet an jî tevgerên leşkerî yên hêzên me li van her du taxan hene, ne rast in. Van îdiayan wekî hincet ji bo rewakirina ambargo, êriş û komkujiyên li dijî sivîlan bi kar tînin.

Hêzên me li Helebê tune ne

Em teqez dikin ku hebûna leşkerî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li bajarê Helebê tune ye. QSD’ê di çarçoveya peymaneke diyarker de li pêşberî ragihandinê û bi awayekî aşkera û belgekirî ji Helebê vekişiyan û dosyaya ewlehiyê radestî Hêzên Ewlekariya Hundirîn kirin. Bi rojevkirina van hincetên nerast dixwazin nixumandineke siyasî û leşkerî ji bo êrişên hovane yên heyî li ser taxên ewle peyda bikin.

Em bang li dewletên garantor û aliyên têkildarî yên hikumeta Sûriyeyê dikin ku tavilê berpirsyariyên xwe bi cih bînin û ji bo rawestandina abmargo û êrişên leşkerî yên bê buhane yên li ser sivîlên bêgumen ên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bixebitin.

Wê Sûriye cardin vegere qada şer

Em hişyarî didin ku êrişên li ser sivîlan dê encamên xirab bi xwe re bîne, ne tenê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û bajarê Helebê, lê dibe ku Sûriyeyê careke din veguherîne qadeke vekirî ya şer. Aliyên bi israr in ku hêzê li dijî sivîlan bi kar bînin, wê ji vê yekê berpirs bin.

Karta zextê û bikaranîna mertalên zindî sûc in

Em bûyeran ji nêzîk ve û bi hesasiyetek mezin, herwiha bi hemahengiya bi hemû aliyên ku ewlehiya şêniyên me yên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dixwazin re dişopînin. Em teqez dikin ku ambargo, gefa hêzê, hedefkirina sivîlan, bikaranîna wan wekî kaxezeke zextê an jî mertalên zindî bi hemû pîvanên xwe yên mirovî û qanûnî sûc in."