Îsraîlê êrîsî gundewarên Samê kir: 13 kes hatin kustin

Dîroka Weşanê :
Îsraîlê êrîsî gundewarên Samê kir: 13 kes hatin kustin

PeyamaKurd – Li gundê Beyt Cinê yê Şamê, di encama êrîşeke artêşa Îsraîlê de 13 kes hatin kuştin û 6 leşkerên Îsraîlê jî birîndar bûn.

Jin û zarok jî di nav de ne 

Li gorî zanyariyan, di nav 13 kesên jiyana xwe ji dest dane de 2 zarok û 2 jin jî hene. Êrîş bi helîkopter û topan hatiye piştgirîkirin û Tîmên Parastina Sivîl ragihandine ku ji ber rewşa ewlehiyê nekarîne bikevin herêmê.

Daxuyaniya Îsraîlê

Artêşa Îsraîlê êrîş piştrast kir û ragihand ku operasyon ji bo girtina hin kesên di lîsteya lêgerînê de ne hatiye kirin. Îsraîlê destnîşan kir ku di şer de 6 leşkerên wan birîndar bûne ku rewşa 3 ji wan giran e.