Li Helebê taxên Kurdan bi tankan hatin dorpêçkirin

Dîroka Weşanê :
Li Helebê taxên Kurdan bi tankan hatin dorpêçkirin

PeyamaKurd – Li Helebê agirbesta ku di 22yê Kanûnê de hatibû ragihandin bi tevahî hilweşiya û taxên Kurdan (Şêxmeqsûd û Eşrefiye) ketin bin dorpêçeke giran a leşkerî. 

Çekdarên rejîma demkî ya Sûriyê bi tank û çekên giran tax dorpêç kirine û elektrîk, înternet û hemû rêyên veguhastinê bi temamî hatine qutkirin. Hat ragihandin ku herî kêm şeş guleyên tankan li bakurê taxan û herêma Şikeyfê ketine, ku ev yek bûye sedema tirs û panîkeke mezin di nav sivîlan de.

Birêvebirê Pêwendiyên MSDyê, Mihemed Emîn Alîko, diyar kir ku duh êvara Înê bi roketên RPG-7 êrişî xaleke Asayîşê hatiye kirin û piştre sewqiyata tankan ber bi taxan ve dest pê kiriye. Alîko ev rewş wekî "dorpêçkirineke mirovî" bi nav kir û destnîşan kir ku xelk ji 22yê Kanûnê ve bê elektrîk e û niha înternet jî hatiye qutkirin. Li aliyê din, hikûmeta Sûriyeyê HSDyê tawanbar dike; Albay Mihemed Ebdulxenî îdia kir ku nîşangirên HSDyê gule li polîsên trafîkê reşandine û wan jî di çarçoveya "parastinê" de bersiv daye.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku milîsên alîgirê Şamê yên ku ji danûstandinên di navbera HSD û hikûmetê de nerazî ne, agirbestê sabote dikin. Di pevçûnan de ku ji hefteya borî ve berdewam dikin, heta niha jinekê jiyana xwe ji dest daye û 19 sivîl birîndar bûne.