PeyamaKurd – Şeş kesên ku piştî xwepêşandanên li Mersînê yên li dijî êrîşên li ser Rojava hatin desteserkirin û anîn dadgehê, hatin girtin.
Heşt kesên ku ji ber beşdarbûna xwepêşandanên li dijî êrîşên li ser Rojava li navçeyên Akdenîz û Tarsûsê yên Mersînê hatibûn desteserkirin, îro piştî karûbarên wan ên li qereqola polîsan, anîn dadgehê.
Şeş ji kesên ku anîn dadgehê bi tohmeta "Binpêkirina Qanûna Hejmar 2911 a li ser Civîn û Xwepêşandanan" û "Berxwedana li dijî Polîsan" hatin girtin.
Du kes di bin çavdêriya dadwerî de hatin berdan.
Di heman demê de, di 26ê Çileya 2026an de, çar kes li Amed û Mêrdînê ji ber xwepêşandanên li dijî êrîşên li ser Rojava hatin girtin.