Putin û Şara îro li Moskowê dicivin

Dîroka Weşanê :
Putin û Şara îro li Moskowê dicivin

PeyamaKurd – Serokê Sûriyê Ehmed Şara îro li Moskowê wê bi Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn re bicive da ku li ser pêşketinên li Rojhilata Navîn nîqaş bikin.

Di daxuyaniyekê de ji Ofîsa Çapemeniyê ya Serokatiya Sûriyê di 27ê Çileyê de hat ragihandin ku Şara wê îro (28ê Çileya 2026) ji bo serdaneke fermî biçe Moskowê.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Şara wê li Qesra Kremlinê bi Putin re bicive û nîqaş wê li ser derfetên pêşxistina têkiliyên dualî yên di navbera her du welatan de û pêşketinên li Rojhilata Navîn bisekinin.

Di daxuyaniyek nivîskî ya Kremlinê de hat piştrastkirin ku Putin û Şara wê îro li Moskowê bicivin.

Putin berê di 15ê Cotmeha 2025an de li Moskowê bi Şara re civiyabû. Ev serdan yekem serdana fermî ya Şara bû ji bo Moskowê wekî serok piştî bidawîbûna rejîma Beşar Esed di dawiya Kanûna 2024an de.