Medyaya Suriyeyê: HSD û rêveberiya Şamê li ser Hesekê, Kobanî û deverên din lihevkirinek çêkirine

Dîroka Weşanê :
Medyaya Suriyeyê: HSD û rêveberiya Şamê li ser Hesekê, Kobanî û deverên din lihevkirinek çêkirine

PeyamaKurd – Di bin çavdêriya DYA û Fransayê de, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û rêveberiya Şamê li ser Hesekê, Kobanî û deverên din lihevkirinek çêkirine.

Li gorî nûçeyên di medyaya Sûriyeyê de, HSD û rêveberiya Şamê lihevkirinek nû çêkirine da ku şer rawestînin û ewlehiya navxweyî li Hesekê, Qamişlo û herêmên din misoger bikin. Çavkaniyek ku ji medyaya Sûriyeyê re axivî diyar kir ku dê li Hesekê û Kobanî tedbîrên nû werin girtin û lihevkirin û têgihîştin di bin çavdêriya DYA û Fransayê de hatine kirin.

Di vê navberê de, li gorî nûçeyên di medyaya Tirkiyeyê de, Artêşa Erebî ya Sûriyeyê wê nekeve deverên Kurdan û wê şertên peymana 18ê Çile werin bicîhanîn.

Şandeyek HSDê bi serokatiya Fermandar Mazlûm Ebdî îro (Sêşem, 27ê Çileya 2026an) serdana Şamê kir. Şand bi rayedarên Şamê re civiya da ku li ser agirbest û bicîhanîna peymanan nîqaş bikin.