PeyamaKurd – Hevserokê Ofîsa Têkiliyên Encumena Demokratîk a Sûriyeyê (MSD) Muhemmed Elî diyar kir ku hikûmeta Şamê hebûna HSDê wekî "hêzek yekane" di nav artêşa Sûriyeyê de qebûl kiriye û got, dibe ku heta destpêka sala nû, nêzîkî du hefteyên din, hejmarek gavên pratîkî werin avêtin.
Muhemmed Elî ragihand ku hikûmeta Sûriyeyê "parastina hebûna 3 yekîneyên" yên girêdayî Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê (HSD) qebûl kiriye. Elî diyar kir ku HSD dixwaze fermandariya herêma rojhilatê Sûriyeyê bigire destê xwe.
Elî hûrguliyên danûstandinên bi Şamê re parve kir û got, "Hikûmeta Sûriyeyê berê daxwaz dikir ku endamên HSDê bi awayekî ferdî tevlî artêşê bibin. Lêbelê, pêşniyara nivîskî ya di destê HSDê de niha dibêje ku hikûmetê razîbûna xwe daye hebûna 3 yekîneyên girêdayî HSDê."
"Em li bendê ne ku heta Sersalê gavên berbiçav werin avêtin"
Hesen Muhammed Elî diyar kir ku hûrguliyên teknîkî yên danûstandinan berdewam dikin û got, "HSD hîn jî pêşniyarên Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê nîqaş dike. Komîteyên pispor wê werin avakirin da ku danasînên kar û hûrguliyên din nîqaş bikin."
Elî behsa daxuyaniya Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî ya di salvegera 10emîn a damezrandina MSDê de kir, "Em ê heta sersalê mizgîniya we bidin we", û got ku gavên pratîkî muhtemelen heta destpêka sala nû, ango di nav nêzîkî du hefteyan de, wê werin avêtin.
Herwiha wî got, "DYA, Fransa û Keyaniya Yekbûyî li ser çareseriyek nenavendî ji bo Sûriyeyê li hev dikin. Herwiha tê gotin ku Serokê nû Ehmed El Şera di warê nenavendîkirinê de nermbûn nîşan dide. Pirsgirêk wê bi diyalogê werin çareserkirin, ne bi nefret û dijminatiyê."