PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu got ku hebûna şaristaniya Cihû-Mesîhî û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi serkeftinên berê yên Cihûyan ve girêdayî ye.
Netanyahu ev daxuyanî dema ku li Dîwarê Rojava, li kêleka Mizgefta El-Eqsayê li Orşelîma Rojhilat, bi boneya Hanukkahê, cejnek ku serkeftina Makabîyan li dijî Helenîzmê di sedsala 2yemîn a berî zayînê de pîroz dike, mûm pêxist, da.
Netanyahu şerê ku ew dikin wekî şerekî hevpar ê kevneşopiya Cihû-Mesîhî bi nav kir û got, "Ger Makabî têk çûbana, ne Cihûtî, ne şaristaniya Cihû-Mesîhî, ne jî wê DYA hebûya."
Netanyahu bi girêdana hebûna şaristaniya Cihû-Mesîhî bi serkeftinên Cihûyan re diyar kir ku êrîşên ku niha li welatên cûrbecûr, bi taybetî li Xezzeyê têne kirin, şerekî ku bi navê vê şaristaniyê tê kirin e.