PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li bajarê Duhokê di çarçova Foruma Li Rojahilata Navîn Aştî û Asayîş (MEPS2025) de, bi serokê Partiya Gelecek bi Ahmet Davutoğlu û heyeta pêre hatin cem hev.
Serokatiya herêma Kurdistanê ragihand ku di hevdîtinê de têkiliyên Herêma Kurdistanê û Iraqê bi Tirkiyê re û pêşdeçûnên li herêmê mijarên axaftina wan bûne.
Barzanî û Davutoğlu, balê kişandin ser girîngiya pevajoya aştiyê ya li Tirkiyê dimeşe û gotin serketina pêvajoyê wê li herêmê bandorên baş bike û divê herkes pêvajoyê destek bike.
Her dû lîder her weha behsa hilbijrtinên li Iraqê û Herêma Kurdistanê kirin û hem behsa dahatûya siyasî ya li Iraqê kirin. Partiya Gelecekê jî li ser hevdîtinê daxwuyanî da û got.
“Serokê me yê giştî rêzdar Ahmet Davutoğlu û heyeta me ya pêre bi serokê Herêma Kurdistanê bi rêzdar Nêçîrvan Barzanî û heyeta pêre civyaye û li ser mijarên herêmê axifîne.”
Ahmet Davutoğlu her weha bi serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî re civiyabû.