PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê pêşwaziya Konsulê Giştî yê nû yê Keyaniya Urdinê, Ziyad Betarse kir.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Ziyad Betarse kir ji ber ku nû dest bi erkê xwe kiriye û hêviya serkeftinê jê re xwest. Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku saziyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê amade ne hemû hêsankarî û piştgiriya pêwîst pêşkêş bikin da ku erkê xwe bi serkeftî bi cih bîne.
Di hevdîtinê de bal hat kişandin ser pêwendiyên dîrokî û kûr ên navbera Herêma Kurdistanê û Urdinê. Her du aliyan xwesteka xwe ya hevbeş ji bo pêşxistin û berfirehkirina hevkariyan di warên cuda de dûpat kir.
Her wiha rewşa giştî ya siyasî ya Herêma Kurdistanê û Iraqê û encamên dawî yên hilbijartinên parlamentoyê jî hatin gotûbêjkirin.