Serok Barzanî û Eyad Elawî ser pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê gotûbêj kirin

Dîroka Weşanê :
Serok Barzanî û Eyad Elawî ser pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê gotûbêj kirin

PeyamaKurd – Îro Serok Mesûd Barzanî li navçeya Pîrmamê pêşwaziya Serokê Tevgera Wîfaqa Niştimanî ya Iraqê Dr. Eyad Elawî û şandeya pê re kir.

Di hevdîtinê de rewşa giştî ya siyasî ya Iraqê û geşedanên dawî yên li herêmê hatin nirxandin. Mijara serekî ya civînê, encamên hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û qonaxa nû ya piştî hilbijartinan bû.

Her du alî bi hûrgilî li ser danûstandinên navbera aliyên siyasî û hewldanên ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Federal a Iraqê rawestiyan.