Odeya Bazirganiya Hewlêrê 16 kamyon alîkarî digihîne Rojavayê Kurdistanê

Dîroka Weşanê :
Odeya Bazirganiya Hewlêrê 16 kamyon alîkarî digihîne Rojavayê Kurdistanê

PeyamaKurd- Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Hewlêrê, alîkariyeke mezin bo Rojavayê Kurdistanê kom kiriye û îro berê xwe de Rojavayê Kurdistanê.

Endamê Odeya Bazirganî û Pîşesaziya Hewlêrê Îbrahîm Mihemed Axa ji medya Kurdistanê ra ragihand, "Îro em ê 16 kamyonên mezin ên kelûpel, xwarin û cil û bergan bigihînin Rojavayê Kurdistanê, li gorî lîsteya Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî daxwaz ji me kiriye û her îro hemû kamyonên barhilgir ber bi sînorê Rojavayê Kurdistanê û ji bo Kobanê emê bişînin. Herwiha me gelek pere jî berhev kiriye û em ê bi xwe re bibin da ku alîkariyê li wir belav bikin."

Mihemed Axa diyar kir: "Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi xwe serpereştiya belavkirin û berhevkirina alîkariyan dike, ku bi awayekî pir xweşik û rêkûpêk tê amadekirin û belavkirin. Herwaha di nav alîkariyan de cilûberg û pêdiviyên malê jî hene, wek doşek û betanî hert iştekî li xwe digre.”