PeyamaKurd- Serok Mesûd Barzanî, bi rêya telefonê pêwendî ligel Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokrtîk (HSD) Mazlûm Ebdî pêk anî û rewşa dawî ya deverê gotûbêj kir.
Baregeha Barzanî bi daxuyaniyekê ragihand ku îro 25ê Çileyê 2026an, di navbera Serok Barzanî û Mazlûm Ebdî de pêwendiyeke telefonî hatiye encamdan.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Di navbera Serok Mesûd Barzanî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokrtîk (HSD) Mazlûm Ebdî de, îro 25ê Çileya 2026an pêwendiyeke telefonî hate kirin.
Aliyan li ser danûstandinên Sûriyê û rewya dawî ya Rojavayê Kurdistanê û geşedanên dawî nêrînên xwe bi hev guhertin.”