PeyamaKurd – Medyaya fermî ya Sûriyê ragihand ku li rojhilatê Reqayê di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û hêzên dilsoz ên Şamê de şerên giran derketin.
Li gorî raporan, HSD êrîşî baregehên leşkerî yên artêşa Sûriyê li gundewarê Madan ê Reqayê kir.
Di raporê de hat gotin ku piştî ku HSD çend çeperên artêşê hedef girtin, yekîneyên topxaneya artêşa Sûriyê bersiv dan êrîşê.
HSD hîn daxuyaniyek fermî derbarê îdiayan de nedaye.
Li gorî çavkaniyên Hikûmeta Demkî ya Sûriyê, HSD di 29ê Cotmehê de êrîşeke moşekî li ser baregeheke leşkerî ya nêzîkî Bendava Tişrîn li rojhilatê Helebê jî kir.
Wezîrê Parastinê yê Sûriyê Murhef Ebû Qesra di 7ê Mijdarê de ragihand ku ew li Şamê bi Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî re civiya. Qesra ragihand ku ew di civînê de "ji bo herêmên Bakur-rojhilatê Sûriyê li ser agirbestek giştî gihîştine rêkeftinekê".