PeyamaKurd – Şeşemîn xula yasadanînê ya Parlamentoya Iraqê îro li Bexdayê bi beşdariya 292 parlamenteran rûniştina xwe ya yekem li dar xist. Di vê civîna dîrokî de ku ji bo diyarkirina desteya serokatiya nû hat lidarxistin, parlamenterên Kurd ji fraksiyonên cuda sonda xwe ya yasayî bi zimanê kurdî xwarin û dest bi karên xwe kirin.
Civîna ku di bin serokatiya endamê herî extiyar Emîr el-Fayiz de birêve çû, derî ji bo namzediya Serokê Parlamentoyê vekir. Di vê pêvajoyê de navên Hibat Helbûsî, Salîm Îsawî û Amîr Ebdulcebar wekî namzedên sereke yên aliyê Sunnî derketin pêş. Her wiha, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi fermî ragihand ku Şaxewan Abdullah namzedê wan ê ji bo posta Cîgirê Serokê Parlamentoyê ye.
Li gorî destûra Iraqê, piştî ku desteya serokatiya parlamentoyê were hilbijartin, divê di nava 30 rojan de Serokkomarê nû were diyarkirin. Piştre jî bi erkdarkirina Serokwezîr, pêvajoya avakirina hikûmeta nû ya Iraqê dê bi awayekî fermî dest pê bike.