PeyamaKurd- Serok Mesûd Barzanî, ji bo koça dawî ya birayê Merc’ê Bilind ê Olî yê Şîayan Elî Sîstanî, peyameke sersaxiyê weşand.
Serok Barzanî îro 16ê Çileyê di peyama sersaxiyê de, hevxemiya xwe ji bo koça dawî ya Seyîd Hadî Sîstanî, birayê Merc’ê Bilind ê Şîeyan Elî Sîstanî anî ziman.
Serok Barzanî got: "Bi xemgînî û kovaneke mezin ve, nûçeya wexera dawî ya birayê we Seyîd Hadî Sîstanî gihîşt me. Bi vê helkefta diltezîn, ez sersaxiyê li cenabê we û bi rêya we re li malbata we ya birêz û hemû bawermendan dikim û hevparê xema we me."
Serok Barzanî dawiyê ji Xwedayê Dilovan daxwaz kir ku canê rehmetî bi rehmeta xwe ya berfireh şad bike, sebr û aramiye bide malbatê.