PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî, îro Înî 6ê Sibata 2026an, li navçeya Pîrmanê pêşwazî li Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û şandeya pê re kir.
Di şandeya Rojava de Hevseroka Têkiliyên Derve Îlham Ehmed û Fermandara YPJyê Rohlat Efrîn jî amade bûn.
Di hevdîtinê de bi berfirehî rewşa dawî ya Rojavayê Kurdistanê û “pêvajoya cîbicîkirina peymana di navbera Şam û HSDyê de” hatin nîqaşkirin.
Serok Barzanî di civînê de bal kişand ser giringiya hevahengiyê û bang li aliyan kir ku bi temamî “pabendî şertên rêkeftinê bibin”.
Barzanî destnîşan kir ku ji bo aramiya mayînde, divê “parastin û misogerkirina mafên gelê Kurd di pêvajoya destûrî de” were garantîkirin.
Di hevdîtinê de hat tekezkirin ku naskirina fermî ya statuya siyasî û yasayî ya Kurdan a li Sûriyeyê, mifteya sereke ya aştiyê ye.