PeyamaKurd – Wezareta Parastinê ya Demkî ya Sûriyeyê bi fermî ragihand ku ji bo nîqaşkirina hûrgiliyên leşkerî û cîbicîkirina peymana bi HSDyê re, şandeyekê dişîne bajarê Hesekê.
Armanca sereke ya vê serdanê gotûbêjkirina tedbîrên “entegrekirina şervanên HSDyê di nav artêşa Sûriyeyê de” ye ku qonaxa nû ya li herêmê bi awayekî pratîkî dest pê bike.
Ev pêngav piştî wê yekê tê ku roja Duşemê hêzên ewlehiya navxweyî yên Şamê li gorî rêkeftinê derbasî navenda Hesekê bûn.
Wezaretê destnîşan kir ku ev serdan ji bo misogerkirina “veguherîneke xweş û bêkêmasî” hatiye plankirin.
Tê payîn ku şandeya ji Şamê bi fermandarên leşkerî û ewlehiyê yên herêmî re bicive da ku prosedurên tevlîkirina personelan di nav saziya leşkerî ya dewletê de werin diyarkirin û “amadebûna operasyonel a li herêmê” were parastin.