Berdevka Baregayê Barzanî: Birçîkirina xelkê Kurdistanê terorîzma herî zalim e

PeyamaKurd – Berdevka Baregayê Barzanî, Xalide Xelîlê hikûmeta Bexdayê bi tundî şermezar kir ji ber qutkirina mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê.
Wê ev biryar wek "çekeke siyasî" bi nav kir û got:
"Bikaranîna heqdestên karmendan ji bo armancên siyasî ne tenê neexlaqî ye, lê êrîşek e li ser jiyan û rûmeta mirovên bêguneh."
Xalide Xelîlê gotina José Mujica, serokê berê yê Ûrûgûayê, bi bîr xist:
"Birçîkirin terorîzma herî zalim e, ji ber ku beriya şervanan mirovên bêguneh dike armanc."
Wê hişyarî da ku "hemû rejîmên zalim ên ku birçîkirin wek çek bikar anîne, di dawiyê de têk çûne."
Ev nivîs 104 car hatiye xwendin.




