Yaşar Guler: Divê PKK biryara xwefesihkirinê bilez bicih bîne

Yaşar Guler: Divê PKK biryara xwefesihkirinê bilez bicih bîne

PeyamaKurd- Wezîrê Berevaniya Tirkiyeyê Yaşar Guler got ku divê biryara xwefesihkirinê ya PKKê bêyî ku dem derbas bibe, bilez were bicihanîn.

Yaşar Guler, li bajarê Kutahyayê ji bo cejnê serdana Fermandariya Perwerdê ya Hêzên Asmanî kir û li wir ragihand, divê PKK bêyî ku dem derbas bibe demildest biryara xwefesihkirinê û çekdanînê bicih bîne.

Wezîrê Tirk da zanîn ku ew li gel saziyên xwe yên pêwendîdar bi hestiyarî xebatên xwe yên birêvebirina pêvajoyê didomînin û wiha axivî:

"Bi taybetî dixwazim diyar bikim ku, pêngavên dîrokî yên di  serokatiya Serokkomarê me yê birêz de û bi tecrubeya kûr a  dewleta me hatine avêtin û serkeftina vê pêvajoya ku em dimeşînin, dê ewlehiya welatê me û biratiya ebedî ya miletê me bihêz bike û dê pêşveçûna ber bi paşeroja me ya hevbeş,  bi pêngavên xurt bileztir bike.

Lewra em di her derfetê de tînin ziman ku pêwîst e biryara xwefesixkirinê demildest were cîbicîkirin.

Di vî warî de em ji bo birêvebirina pêvajoyê li gel saziyên xwe yên  peywendîdar bi hevahengî, bi hişyarî û aqilane, xebatên xwe bi awayekî hestiyar didomînin."

Ev nivîs 111 car hatiye xwendin.