Daxuyaniya Şara ya li ser HSDê: Lihevkirineke çaralî pêk hat

PeyamaKurd - Serokê Demkî yê Sûriyê Ehmed Şara (Colanî) ragihand ku piştî deh salan cara yekem bi Rojava û HSDê re lihevkirinek pêk hatiye.
Ehmed Şara derbarê Rojava û Hêzên Demokratîk ên Sûriyê (HSD) de daxuyaniyên rexnegir da.
Şara diyar kir ku piştî deh salan cara yekem bi HSDê re lihevkirinek pêk hatiye û tekez kir ku ev lihevkirin tenê bi aktorên herêmî ve sînordar nîne.
Herwiha got, "Li ser pêşnûmeyek lihevkirinê li hev hatiye kirin ku Sûriye, HSD û Tirkiye û herwiha Amerîkiyan jî tê de ne. Ger ev çar alî li ser tiştekî li hev bikin, ew ê bibe."
Colanî destnîşan kir ku hin kiryarên HSDê yên li ser erdê di dema pêkanîna lihevkirinê de bi daxuyaniyên wê yên di dema danûstandinan de re nakok in û got, "Me bi HSDLê re lihevkirineke dîrokî heye û em li ser mekanîzmaya pêkanînê nîqaş dikin. Zextên navneteweyî piştrast dikin ku pêvajo ber bi çareseriyeke aştiyane ve diçe û ez di derbarê vê yekê de geşbîn im."
Peymana ku di 10ê Adarê de di navbera Ehmed Şera û Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî de hat îmzekirin, entegrekirina hemû saziyên sivîl û leşkerî yên girêdayî Rêveberiya Xweser a Rojava di nav saziyên dewlet û leşkerî yên Sûriyeyê de destnîşan kir.





