Li Diyarbekirê erdhej çêbû
PeyamaKurd- Li bajarê Diyarbekir navçeya Hênê ya Bakurê Kurdistanê bi tundiya 4,0 pileyan erdhej çêbû.
Serokatiya Rewşên Lezgîn û Karesatan AFADê ragihand ku erdhej li demjimêr 14:49’an bi hêza 4,0 pileyan li devera Kaledibî ya navçeya Hênê ya Diyarbekirê rû daye.
Hate diyarkirin ku kûrahiya erdheja ku bû sedema tirsê li navçeyê û bajarên derdorê 13.15 kîlometre bûye.
Derbarê ziyanan û bandora neyînî ya erdhejê de ti agahî nehatine belavkirin.
Ev nivîs 32 car hatiye xwendin.