Rojava | 55 Sûriyeyî ji Kampa Holê hatin derxistin
PeyamaKurd- Hate ragihandin ku Rêveberiya Rojavayê Kurdistanê, 55 koçberên ji Heleb, Hema, Hums û Idlibê yên li kampa Holê diman, di çarçoveya biryara vegera dilxwazî ji kampê derxistin.
Hate diyarkirin ku biryara derxistina wan malbatan 23yê Çileya 2025an hatibû dayîn ku vegera bi dilxwazî ya koçberên li kampa Holê bo cih û warên wan li xwe digirt.
Di vê çarçoveyê de Rêveberiya Kampa Holê bi hemahengiya Komîseriya Karûbarên Koçber û Penaberan a Neteweyên Yekbûyî vegera bi dilxwazî ku navê "Karwanê hêviyê" lê kiriye, bi rêxistin kir û koçber ber bi warên wan ve bi rê kirin.
12 malbatên ku ji 55 kesan pêk dihatin û piraniya wan jin û zarok bûn, ber bi Hums, Hema, Idlib û Helebê hatin şandin.
Hate ragihandin, tevî ku Rêveberiya Xweser hewldanên xwe yên vegerandina bidilxwazî ya koçberan didomîne jî hikumeta veguhêz berpirsyariyên xwe bicih nayîne.
Ev nivîs 22 car hatiye xwendin.