Trump: Wê aştiya Rojhilata Navîn gelekî bihêz û mayînde be

Trump: Wê aştiya Rojhilata Navîn gelekî bihêz û mayînde be

PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump beşdarî Lûtkeya 47emîn a Yekîtiya Welatên Başûrê Rojhilatê Asyayê (ASEAN) a li Kuala Lumpur a paytexta Malezyayê bû.

Donald Trump, di axaftina vekirinê de spasiya Serokwezîrê Malezyayê Enver Îbrahîm kir û got ku li Malezyayê rojek pir serketî derbas bû û got: "Îro me ligel Serokwezîr peymaneke bazirganiyê ya mezin di navbera DYA û Malezyayê de îmze kir. Herwiha, em beşdarî merasîma îmzekirina peymaneke aştiyê ya dîrokî bûn ku dijminatiya di navbera Kamboçya û Taylandê de qedand. Em navê Peymana Aştiyê ya Kuala Lumpur li vê peymanê dikin."

Trump, anî ziman ku ev peymana îro, tenê yek ji wan heşt pevçûnên ku wan di 8 mehên dawî de bi dawî kirine ye û got: "Me bi milyonan jiyan xilas kirin. Ez bi vê yekê pir şanaz dibim. Di nav de bidawîkirina şerê li Xezzeyê jî heye, ku bi peymaneke pir xurt û bi beşdariya 59 welatan pêk hat. Piraniya van welatan niha li ser vê masê ne."

Trump da zanîn ku li Rojhilata Navîn serdemeke nû dest pê kiriye û Rojhilata Navîn "piştî 3 hezar salan" gihîştiye aştiyê û wiha pê de çû: "Ev wê aştiyeke gelekî bihêz û mayînde be."

Ev nivîs 26 car hatiye xwendin.