PDK mîtînga dawî ya bi heybet li Hewlêrê li dar dixe
PeyamaKurd – Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) îro roja Pêncşemê, 7ê Mijdara 2025an, bi lidarxistina mîtîngeke girseyî li paytexta Herêma Kurdistanê, Hewlêrê, dê dawî li bangeşeya xwe ya hilbijartinê bîne.
Mîtîng li Stada Navdewletî ya Franso Herîrî tê organîzekirin ku ji bo piştgiriya Lîsteya 275ê ya PDKyê di hilbijartinên Parlamentoya Iraqê de ye. Li gorî çavkaniyan, tê texmînkirin ku zêdetirî 50,000 alîgir, endam û welatî beşdarî vê kombûna bi heybet bibin, ku weke mîtînga herî mezin a partiyê di vê dema bangeşeyê de tê binavkirin.
Berpirsên payebilind ên Partiya Demokrat a Kurdistanê jî amadeyî mîtîngê ne û ew ê xîtabî cemawerê bikin. Senger Kanebî, Berpirsê Liqa Mexmûrê ya PDKyê, ji çapemeniyê re piştrast kir ku kelecana alîgir û kadroyên partiyê ji bo biserxistina Lîsteya 275ê pir zêde ye.
Ev çalakiya dawî di demekê de tê ku proseya hilbijartinên xula şeşemîn a Parlamentoya Iraqê dê di 11ê Mijdara 2025an de, bi beşdariya nêzîkî 30 milyon dengderan, dê pêk bê. PDK bi vê mîtîngê hewl dide ku beriya roja dengdanê, hêza xwe ya girseyî nîşan bide.
Ev nivîs 37 car hatiye xwendin.