Polîsan bi ser avahiya DEM Partiyê de girt

Polîsan bi ser avahiya DEM Partiyê de girt

PeyamaKurd- Hejmarek zêde polîs îro Çarşemê piştî nîvro bi ser avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya bajarê Batmanê yê Bakurê Kurdistanê de girtin. 

Li gorî zanyariyan polîsan li ser giliyekî ser Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê bi ser avahiya rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Batmanê de girtiye.

Dîmenên ku her tiştên nava avahiyê ji aliyê polîsan ve hatiye belawela kirin hatinç parvekirin.

Herwiha rêxistinê DEM Partiyê ya Batmanê bang li alîgirên partiyê kir li ber avahiyê kom bibin û vê rewşê protesto bikin. Piştî wê bangê gelek kes li ber avahiyê kom bûn û dirûşmên protestoyî qêriyan. Lêgerîna nav avahiyê heta danê êvarê jî dewam dikir.