Rêveberiya Rojava bihayê kirîna genimê cotkaran eşkere kir

Rêveberiya Rojava bihayê kirîna genimê cotkaran eşkere kir

PeyamaKurd- Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ji ber zirarên ku bi sedema hişkesaliyê gihîştine cotkaran, bihayê kirîna genim ji bo îsal eşkere kir û ragihand ku ew ê her tonek genim bi 420 dolaran bikirin. Herwiha ji bo piştgiriya sektora çandiniyê pakêteke nû ya piştgiriyê jî ragihand.

Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser roja Sêşemê, 10ê Hezîranê, di daxuyaniyekê de sedema vê biryarê û tedbîrên din ên piştgiriyê bi raya giştî re parve kir.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ji ber şert û mercên dijwar ên keşûhewayê, bi taybetî hişkesalî û kêmbûna baranê, sektora çandiniyê rastî ziyaneke mezin hatiye û hilberîn kêm bûye.

Piştgiriya rasterast a 70 dolarî

Desteyê ragihand, ji ber girîngiya stratejîk a çandiniyê ji bo aboriya herêmê, wan rêze tedbîrên awarte girtine, da ku barê li ser milê cotkaran sivik bikin.

Li gorî daxuyaniyê, bihayê 420 dolarî ji bo her tonek genim, piştgiriyeke rasterast a 70 dolarî jî li xwe digire. Armanca vê pêngavê ew e ku "şiyana cotkaran a ji bo berdewamiya hilberînê were zêdekirin."

Pakêta piştgiriyê:

Rêveberiya Xweser ji bilî diyarkirina bihayê genim, çend biryarên din ên piştgiriyê jî eşkere kirin:

- Piştgiriya Mazotê: Ji bo çandina sebzeyên havînê, darên berhemdar, zeytûn û pembû dê piştgiriya sotemeniyê (mazot) bê dayîn.

- Tov bi nîvê bihayê: Tovên genim wê bi nîvê bihayê li wan cotkarên ku îsal ji ber çandiniya bejî zirar dîtine, bên belavkirin.

- Zibilê xwezayî: Zibilê xwezayî (semadê xwezayî) dê bi nîvê bihayê were peydakirin.

- Mekanîzmayeke nû: Ji bo belavkirina mazotê li ser projeyên çandiniyê dê mekanîzmayeke nû were danîn.

- Pêşxistina lêkolînan: Navendên lêkolînên çandiniyê dê bên pêşxistin da ku cureyên tovan li gorî avhewa û axa herêmê bên başkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de, Desteya Aborî û Çandiniyê tekez kir, ew ê pabendî piştgiriya vê sektora jiyanî bimînin û ji bo dabînkirina hewcedariyên xwecihî û pêkanîna ewlehiya xwarinê dê xebatên xwe bidomînin.

Ev nivîs 99 car hatiye xwendin.