Rêveberiya Xweser 1 milyon dolar bexşî Siwêdayê kir

Rêveberiya Xweser 1 milyon dolar bexşî Siwêdayê kir

PeyamaKurd- Heyva Sor a Kurd li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser milyonek dolar bexş daye wan ji bo alîkariya mexdûrên Siwêda û başûrê Sûriyeyê.

Heyva Sor a Kurd ji bo vê alîkariya mirovî spasiya Rêveberiya Xweser kir û diyar kir ku ev piştgirî, li gel rewşên dijwar ku xelkê wan herêman tê re derbas dibe, gaveke pir girîng e.

Heyva Sor a Kurd destnîşan kir ku kampanyaya alîkariyê ya ku di 24ê Tîrmehê de hatiye destpêkirin, hîn li hundirê Sûriyeyê û derveyî wê didome û banga tevlêbûnê kir.

Herwiha Heyva Sor da zanîn ku sindoqên alîkariyê li hemû nuqte û navendên Heyva Sor a Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê hene û xwebeş dikarin bi rêya wan sindoqan alîkariyê bikin. Xwebeşên li derveyî welat jî dikarin bi rêya lînk û hesabên bankê yên fermî yên kampanyayê alîkariyan pêşkêş bikin.

Ev nivîs 101 car hatiye xwendin.