Rejîma Îranê li Baneyê kolberekî Kurd birîndar kir

PeyamaKurd – Kolberekî Kurd ê bi navê Xalid Ehmediyan, (45) ji gundê Sêwiçê girêdayî bajarê Baneyê Rojhilatê Kurdistanê, bi destê çekdarên rejîma Komara Îslamî ya Îranê hat birîndarkirin.
Li gorî rapora Saziya Mafê Mirov a Hengawê, kolberê Kurd Xalid Ehmediyan, duh li devera Hengejalê ya Baneya Rojhilatê Kurdistanê, bêyî ku bê hişyarkirin bû hedefa çekdarên rejîmê û ji lingê xwe ve bi giranî birîndar b.
Piştî bûyerê, Xalid Ehmediyan ji bo dermankirinê bi lezgînî rakirin nexweşxaneyekê li bajarê Tewrêzê.
Hat tekezkirin ku rewşa wî ne baş e û hatiye emeliyatkirin.
Ev nivîs 90 car hatiye xwendin.





