Mûçeyên Hezîranê yên Herêma Kurdistanê di civîna wezîran de nehatin nîqaşkirin

Mûçeyên Hezîranê yên Herêma Kurdistanê di civîna wezîran de nehatin nîqaşkirin

PeyamaKurd – Mûçeyên Hezîranê yên karmendên Herêma Kurdistanê, di civîna Encumena Wezîrên Iraqê ya 10ê Tebaxê de neketin rojevê û hatin bipaşxistin.

Çavkaniyekî ji Kabîneya Iraqê ji Rûdawê re ragihand ku di civîna zêdetirî 2 saetan de, mijara mûçeyan nehat nîqaşkirin, dibe ku ji ber astengiyên heyî ev biryar hatibe girtin.

Li gorî çavkaniyên ji Bexda û Hewlêrê, sedema sereke ya derengketina mûçeyan ne pêkanîna radestkirina petrolê ye. Tevî rêkeftina 30ê Tîrmehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo radestkirina petrolê bo hinardekirinê, heta niha petrol bi rêya bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê nehatiye şandin.

Rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexdayê de diyar dike ku Herêma Kurdistanê rojane 230,000 bermîl petrolê dê radestî Şirketa Kirrûbirra Petrolê ya Iraqê (SOMO) bike, lê Wezîrê Petrolê yê Iraqê Heyan Ebdulxenî di 6ê Tebaxê de li Kerkûkê ragihand ku hilberîna rojane li herêmê tenê 130,000 bermîl e. Ji vê yekê, 50,000 bermîl ji bo karanîna navxweyî tê veqetandin, û 80,000 bermîlên mayî divê ji bo hinardekirinê bên şandin.

Çavkaniyekî ji Bexdayê diyar kir ku Wezareta Darayî ya Federal li benda pejirandina radestkirina petrolê ji Wezareta Petrolê ye da ku biryara dayîna mûçeyan bide. Lêbelê, nakokiyên di navbera şîiketên petrolê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de astengiyan derdixin: Nakokiya lêçûnê: Şirket li ser sabîtkirina bihayê 16 dolarî yê bermîlekê an guherîna wê li gorî kalîteya petrolê li hev nakin.

Mesrefên veguhastinê: Zeviyên petrolê yên 200-300 km dûrî boriya hinardekirinê mesrefên veguhestinê zêde dikin.

Peymanên şirketan: Pirsgirêkên li ser pêşeroja peymanan û bidawîkirina lêçûnan hîn bê çareserî ye.

Berpirsekî şiketa petrolê got, "Danûstandin ji bo çareserkirina van pirsgirêkan berdewam in." Lê di vê rewşa nezelal de, kengî mûçeyên bi sed hezaran karmendên Herêma Kurdistanê bên dayîn hîn nediyar e.

 

 

Ev nivîs 59 car hatiye xwendin.