Serok Barzanî serxweşî li Heyder Ebadî kir
PeyamaKurd- Serok Mesûd Barzanî, sersaxî ji Serokwezîrê Berê yê Iraqê Heyder Ebadî re xwest ku dayika wî koça dawî kiribû.
Serok Mesûd Barzanî îro 26ê Cotmehê roja Yekşemê peyameke serxweşiyê pêşkêşî Serokwezîrê Berê yê Iraqê Heyder Ebadî kir ku dayika wî wefat kiribû.
Serok Barzanî di peyama xwe de got: “Bi xem û kovaneka mezin ve nûçeya wexera dawiyê ya dayika Dr. Heyder Ebadî gihîşt me. Di vê bûyera xemgîn de, em sersaxiyê ji wî û malbata wî re dixwazin.”
Serok Barzanî herwiha go: “Em ji Xudayê mezin dixwazin ku wexerkiriyê bi behişta xwe şa bike û sebir û hedarê bi malbata wê jî bide.”
Ev nivîs 22 car hatiye xwendin.